Osman İzol

Osman İzol

asitiya_gel@hotmail

Fîrarê dîl’an

15 Ocak 2016 - 11:37

Dergûşa axên pîroz im
xwedîyê rengan im ez

Sotîyê evîna berz im
ciwanê kalan im ez

Rêwîyê roja azad im
leşkerek şerzan im ez

çirûska agirê geş im
dujminre qeyran im ez

Ne girtî me azad im
fîrarê dîl'an im ez

belengazê dozek xweşik im
nezanê fename ez

Perwaneyek li dor welat im
zanayê xemanim ez

Li gel hogirek bê deng im
xizanê peyvanim ez

Westîyayê hêvîya mezin im
govanê dîdar im ez

Wek çîyakî aram im
xwedîyê raz'an im ez

Bu yazı 4035 defa okunmuştur.

FACEBOOK YORUMLAR

YORUMLAR

  • 0 Yorum