Osman İzol

Osman İzol

asitiya_gel@hotmail

TİRS Û XWENASÎN (1)

08 Aralık 2012 - 14:09

 


 


Em her yek, deminan zarokbûn. Dayik û bavên me, bi şev û roj li ser me dilerizîn û ji bona ku me mezinkin, ji her alîde fidakarî kirin. Ji zik têrkirinê pêgrin heta perwerdehîyê çi ji destê wan dihat, dikirin. Yan jî çi  zanîbûn ew dikirin.


 


Lê sed car mixabin ku nêvenga ku ew  û em têdbûn, ji her alîde neyînîbû. Pergalê jî dest avêtibû jîyana me û di hînbûna ma ya jîyanê de xwedî bandorbû. Ez dikarim bêjim ji malbatan zêdetir pergalê perwerdehîya jîyanê ya her alî xistibû destê xwe.


 


Xizanî, bê xwedî mayin û ji qîmet ketin. Em dikarin hezar navî bidin vê rewşa sosret. Ev yeka ji bona me bûbû çarenûs. Li gorî min ev çarenûs, li welatê kurdan bi destê kesên bê wijdan ve hatibû amadekirin. Çimkî her tim mezinên me ( ku mezinê wan jî wusa dikir) em bi tirsve mezin kirin. Tirasa leşker, tirsa polis, tirsa fermandar û h.w.d.  Tirsa xweda ketibû rêza heri dawî.


 


Pergal bi hawayek zordest dihate meşandin. Em çendî ji xwe dur ketibûn, hewqas jî ji bîr û bawerîya xwe  dûr ketibûn. ( hatibûn dûrxistin) Çimkî pergalê ji xwe pêve hemû tişt qedexe kiribû. Pergalê ji her alîde xwe kiribû pîroz. Sînorê pîrozîyê bi destê pergalêve dihate amadekirin. Hebû tinebû pergalbû


 


Her tim tirsa êrişa leşkeran( bi taybetî li gundan) li ser gel diçû û dihat. Di nava rewşek wusa bi bandor de, dayik û bavên me em mezin kirin. Ango em zarokên rewşek wusabûn. Ji ber vê em ji taybetmendîya xwe dûr ketibûn. laşê me hebû lê sî ne ya mebû.


 


 


Hew ne di nava malbatan de li dibistan, zanîngeh çarşî û pazaran de jî ev tirsa hebû û hîna jî heye. Dema ku tiştek bi destê pergalêve tê serê yekî, newêre li dijî wan mafê xwe biparêze. Jiber ku herga ku maf hat parastin, piştre kotek, dadgeh û girtîgeh.


 


Dapîr, bapîr, dayik û bavên me, di rewşek wusade jîyabûn. De kanî wanayê renge’k  çawa bida me?


Pergalê nedihîşt ku em rastîya xwe hîs bikin. Jixwe dema ku rastî bête hîskirin,  li ser sekinandina  her cûre mafî têkoşîn tê dayîn. Ji ber vê yekê taya vê rastîyê  bi pergalê ketibû.


Di nava her avahîyande li dijî gelê mazlûm, mêtingehî bi her alî berdewam dikir. Li gund û bajarên kurdan roj tunebu ku kezeba hineka neşewite. Îro jî wusaye.


 


Kurd, li ser mafê xwe bê maf mane. Dibe ku pergal li ser  civatên dina  jî bi hawayek zordest sekinîbû. lê Ev yeka ji cıvata ereb, Çerkez û tirkan cûdaye. Kurd bi nasnama xwe tunebûn. Bi taybetî dihatin tunekirin. İro jî wusaye.


 


Rewiştek tevlihev dihate amadekirin û pêşkêşî gel dibû. Yên ku nerazîbûna xwe dianîn ziman bi lez û bez ji civatê dihatin dûrxistin. İro jî wusaye.


 


Ronakbîri û rewşenbîrî li vî wari li gorî daxwaza pergalê pere dike. Helwestek berjewandî seri girtibû û diçû. Îro jî wusaye.


 


Pargalê dixwes ku axa me hemû bike OHAL û dilê wî çi dixweaze li wir bike. Fermandareki li kîjan wariba, xwe xwedîye wura dihesiband û her kes wek leşkerê xwe didît. Îro jî wusaye.


 


Çefî, Egal, Şelwer û Solên meqap bûbûn sedema kotek xwarinê. Stranên bi zimanê kurdî bi taybetî jî  qaset,  dikarîbû li girtîgehande sî salê mirovekî daqultanda. Îro jî yên ku bi kurdewarî difikirin, bi rêzanek cûda di nava gel de tên hilkişandin.


 


Pergalê dixwest ku em bitirsin. Sîya çoyê xwe û qontaxa çekên xwe nîşanî me didan. Wana ji kurdên biaqil hez nedikirin. Ango kurdên zik têr û biaqil, bi lez dest bi daxwaza mafen xwe dikirin. Ji ber vê yekê diviya ku kurd her dem birçî bimînin.


 


(Wê dewam ke)


 


Osman izol

Bu yazı 2099 defa okunmuştur.

FACEBOOK YORUMLAR

YORUMLAR

  • 0 Yorum