Xebatên ji bona yekîtiya Kurdan mijareke nû nîne. Ji sedsala borî û heta roja îro gelek kongre, konferans û platformên hevpar hatine avakirin. Dîroka nêzîk a gelê Kurd di vî warî de tijî tecrûbeyan di nava xwe de dihewîne; ji damezrandina KNK ya di 1999an de bigire, heta Hewldana Mezin a Konferansa Neteweyî ya 2013an ku bi pêşengiya serokên Kurd, di serî de Mesûd Barzanî, Abdullah Ocalan û merhum Celal Talabanî ve hatibû armanckirin; ji Konferansa Qamişlo ya 2025an heta koalîsyona hin hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ya 2026an ev rastî careke din nîşan da. Her wiha di dema êrişên DAIŞ’ê de li Kobanê û Rojava, yan jî di pêngavên yekbûna Pêşmergeyan û nîqaşên yekîtiya li Rojhilat û çar parçeyan de, her carê hate dîtin ku dema Kurd dibin yek, hemû deng û hevsengiyên herêmê diguherin.
Lê belê, heke Konferansa Neteweyî ya 2013an û gelek xebatên bi vî rengî negihîştin encamekî mayînde, sedema wê ya herî mezin wekî berjewendiyên partî û zext û polîtîkayên dewletên serdest tê nirxandin. Konferansa 2013an ku wekî gavên herî bi hêz û xurt dihat nirxandin, di rastiyê de hemû hêzên derdorê tirsandibû. Ji ber vê yekê, êdî divê hemû alî berjewendiyên teng deynin aliyekî û xizmeta armanca giştî bikin. Pirsgirêka sereke îro ne kêmbûna daxwaza yekîtiyê ye; pirsgirêk ew e ku ev hevkariyên dîrokî hîna nebûne saziyeke domdar, xurt û bi bandor.
Ji ber vê yekê pirsa bingehîn a îro ev e: "Yekîtiya Kurd dê di bin sîwaneke çawa de ava bibe û bi kîjan saziyê ewê gelê Kurd temsîl bike?"
Gelo ev yek mimkûn e an na? Dibe ku li ser tecrûbeyên berê bêhêvîtî çêbûbe, lê divê ev rê bi temamî neyê girtin û ji bona rojên fersendan ev derî vekirî bimîne. Pêdivî nîne ku hemû partî û tevger bibin yek rêxistin. Cûdabûnên siyasî û civakî dê hebin. Ji xwe Kurd mileteke mezin e û gelek cudahiyan di nava xwe de dihewîne. Lê divê mekanîzmayeke hevpar hebe ku li ser mijarên neteweyî hevkariyê misoger bike. Pêşî divê Kurd di navbera xwe de, bi partî û komên din ên li Îraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê re, bikevin nava xebatên berjewendiyên neteweyî yên hevpar.
Her ku diçe di şertên guhertina Rojhilata Navîn de, amadekariya krîzan û kapasîteya dîplomatîk girîngtir dibin. Her wiha, bi vekişandina Amerîkayê ji Îraqê, valahiya ku dê li herêmê çêbibe, dibe ku bibe sedema têkçûna destkeftiyên li Rojavayê an jî zirarê bide destkeftiyên Başûr û her wusa Kurdên ku li çar parçeyan dijîn dikarin rastî êrişên cuda werin. Ev rewş bi tena serê xwe nîşan dide ku yekîtiya saziyeke hevpar him ji bona temamê gel û him jî ji bona hemû aliyên Kurd çiqwas xwedî girîngiyeke lezgîn e. Ji ber vê yekê, divê ev saziya hevpar ne tenê bersivê bide bûyerên rojane, lê ji bo guhertinên pêşerojê jî stratejî û mekanîzmayên ragihandinê amade bike. Yekîtiya ku tenê li ser kes û şertên demkî ava bibe, dikare belav bibe. Divê pêdiviyên wê ne tenê di çarçoveya çar parçeyan de bi sînor bin, di heman demê de li seranserê cîhanê jî bi temamî bên rêxistinkirin. Yekîtiya ku li ser saziyan ava bibe, dikare bidome û têkiliyên xwe yên xurt belavî hemû cîhanê bike.
Di heman demê de, divê kesên pispor ên ku kanalên dîplomasiyê baş bikar tînin û lobiya xwe bi awayekî profesyonel dimeşînin bên piştgirîkirin û di nava saziya hevpar de bên komkirin. Heke derfet hebe, divê ev avahî ji aliyê saziyên Kurd ên li çar parçeyan û dîasporayê ve were fînansekirin. Û her wiha ji aliyê navendên pisporî yên hiqûq, dîplomasî, aborî, ziman û çandî ve werin piştgirîkirin.
Siyaseta îro tenê bi daxuyanî nayê birêvebirin. Analîz û agahiyên nû jî pêwîst in. Kapasîteya akademîk û profesyonel a dîasporayê jî dikare di vê qadê de were rêxistinkirin.
Ji ber vê yekê, qonaxa nû divê ji konferans û pêşniyariyan ber bi saziyê an jî ber bi hişmendiyeke hevpar biçe. Bi kurtasî ji hevkariyên demkî ber bi kapasîteya domdar.
Dubare cûdabûnên Kurdan ne pêdivî ye ku ji holê bên rakirin. Pêdivî ye ku ew cûdabûn di nav mekanîzmayeke hevpar de bikaribin bi hev re li ser xetên eqlî exlaqî bixebitin.
Berpirsiyariyeke girîng li ser milê me hemûyan e. Tu sazî û kesayetên ku xwe li gelê Kurd xwedî derdixin, nikarin li kêlekê rûnên û temaşe bikin. Pêdivî bi têkiliyên berfireh û perspektîfên nû heye. Divê ji zimanê tûj û rexneyên êrişkar were dûrketin. Pêdiviya me bi destê dirêjkirî, nêrînên erênî û li hev xwedî derketinê heye. Her kesayetek Kurd di vî warî de divê li rastiyên xwe xwedî derkeve û hembêza xwe li xwîşk û birayên xwe re veke.
Osman İzol