Siverek Haber

Siverek Haber

Cemil Yeşildağ

Bîranîna Helepçe


Cemil Yeşildağ
15 Mart 2012 Perşembe 00:00


 

Sal 1988 bû. 16’ê Meha Adarê bû. Kulîlka nuh vekirî bû. Hîna zarok, ji nav nîvîna derneketbûn. Dayîka taştê amade nekirî bû. Bav û bira li dûrbûn. Yên  ku komkûjîya me Kurd’an duxwestin, balafir û çekên kîmyasalê amade kiribûn.

 

Em Musluman bûn, em Kurd bûn. Hinekan em nedixwestin. Bi ajotin û bi talana nikarîbûn em biqedandana. Emperyalîstên cîhanê civînek çekurbûn. Daxwazîya wan, tunekirina me bû û fermana komkujiya me dan. Bi operasyona Enfal 182 hezar  Kurd hatin kuştin.

 

Ne Zarok, ne ciwan û ne jî  pîr  tu kes nehîştin. Qet  kesi kuştuna me nedît.  yên ku kuştuna me dîtin jî ji wan deng derneket.

 

Qet Kes ji mere negirîya. Ji  Hawarên mere bersîv hew bêdengî bû. Çekên kîmyasalan berneda ku qêrîna me derkeve û hemû cîhan tu dibêjî qey kûr û ker bû.

 

Ewrûpa, Emerîka, Turk, Faris û Ereban duxwestin ku em li ser sînga cîhanê windabin. Axa me, welatê me, dîroka me, vêna me, bi kurtasî hemû hebûna me ji destê me girtin. 

 

Qetla muslumanan hew ne bi destê Rejîma Baasê, bi destê Rejîma Kemalîstan; wek Qiyama Şeh Seîd, Nêwala Kasaba, Sî û Sê Gulle û Çukurca û her wusa Rejima Esad û Dewleta Faris jî li dijî Kurdan qetlîam kirin.

 

Daxwaza me ewe ku  careke din ne Kurdên cihane û  ne jî mirovên cihanê maşalê qet komkujîyek wusa ( wek Helepçe) nebînin. Helepçe û serpêhatîyên wekî Helepçeyê li ser me hemûyan ferze ku em her daîm bînin bi bîranîn..

 

Divê hemû musluman tu carî komkujîyên wek helpçeyê ji bîr nekin. Ne hew helepçe li çar alîyê cîhanê bûyerên ku dibin em li ber wan hemûyan berpirsyarin.

 

Ey Xwedayê Teala em zanin dengê me tê te. Mazlumetîya me bide qedandin û me bike warisê mulkê Fîrewnan.

 

Bi silav u rêzên ji dil…


YORUMLAR
Henüz kimse yorum yapmamış, ilk yorum yapan siz olun.
Kurumsal

İçerik

Gündem

Siyaset

Haberler

Yukarı Çık