Osman İzol

Osman İzol

asitiya_gel@hotmail

EZ HELEPÇE BUM

13 Mart 2012 - 22:00


Ez Helepçe bûm.
Ez, bajarek kevnar bûm di dîrokê de û lorîkê min hebûn ji bo zarokan.Delalê minê evînê hebûn di civînê êvaran de dihatin gotin.
Bi hilatina rojê ve ji her rengî kulilkê min vedibûn. Li ser singa min jiyan bi rengîn bû. Ango ez Helepçe bûm. 
Lê hineka tamûl nekir û xwe dan benda min. Roja şanzdehê adarê bi destê zaliman ve ji bo min biryar hatibû dayin.
Û mafê jiyanê ji min hatibû stendin.  Ango ez Helepçe bûm.
Ez, bajarek bêxwedî bûm roja şanzdehê adarê. Ji ber vî li ser min bombe dihatin barandin.
Di cîhanê de ji bo mafê mirovan zagon dihatin lidarxistin lê ji bo min mirin dihat bikaranîn. Ango ez Helepçe bûm.
Li ser min bombe dihatin barandin; ango ez Helepçebûm; ez hatibûm kuştin.
Ez dihatim kuştin, bi min re wijdan hatibû kuştin. Ez dihatim kuştin, bi min re mirovahî hatibû kuştin.
Dunya, li hember min bi rûreşî sekinîbû û deng  jê nedihat. Tu kesekî serê xwe ranedikir û li rewşa min nedinêrî.
Ango ez, Helepçe bûm.
Ez, di welatekî bêxwedî de bajarek bêxwedî bûm.
Ji ber vî zalim bê tirs ser min de dihatin û li ser min mirin direşandin.
Hey gidî dunya! Ma ne heyfa min bû ez li ber çavê te hatim jahrkirin û bombekirin.
Ez ji kûr de dinalim û wek min bi hezaran Helepçe henin nalîn dikin.
Lê ev nalîna min wê rojekî bibe wek lehî û ewê hemmû zalima bide ber xwe.
Axa kesî  ji tu kesî re namîne. Roja mahşerê ezê bêjim. Roja mahşerê ezê bêjim.
Ya Rabb! Ez Helepçe bûm.  Ya Rabb! Ez Helepçe bûm. Ya Rabb! Ez Helepçe bûm.

Bu yazı 1262 defa okunmuştur.

FACEBOOK YORUMLAR

YORUMLAR

  • 0 Yorum