Osman İzol

Osman İzol

asitiya_gel@hotmail

Li ser civîna şêwira (1) ciwanan ya Înîsîyatîfa AZADÎ

18 Ağustos 2014 - 12:34

 



Di destpêkê de, ked’a hevalên hêja û birûmet pîroz dikim. Xweda, bi bereketa xwe bersîvek xweş da xebat, ger û hevdîtinên wan. Civîna şêwrê bersîveke xweda ya herî bi mânebû.


Min careke din govanî kir ku, em li ser rêyeke rast in.


Însan, civak, dewlet û her cûre sazî, bi piranî bi qey û qaşo ve mijûl in an jî dijîn. Mixabin di encamêde jî bi xwezîkave dimirin an jî têk diçin.


Azadî’yê, hêza xwe ji qey û qaşoyan negirtîye. Ji ber vê yekê, tu carî ne telebkarê xwezîka ye. Ji bona pêşerojê bi destê xwe ve zexm bi benê qedîm girtîye. Ew benê qedîm ku, di navbera Dunya û axretê de  û di navbera Kurd û Kurdîstanê de  Ji holê rakirina helwestên derewîn  û biratîyên xapînok in.


Ew benê qedîm ku, rû bi rû mayina rastîya Îslam û welat e. Min ev rastîya di dilên beşdarên civînede dît.


Di navbera beşdarande ji hevre hurmet hebû. Berê her yekî li rastîyêbû. Û her wisa her yek dil tije hatibû. Dixwestin berpirsyarîya xwe bînin cîh


Ev yek bû hêvî ku di nava ciwanên Kurdîstanê de potansîyela ku heyî, bi lez li ser were sekinandin û di derdorê vê çarçoveyê de xebat werin meşandin. Ji xwe ev civîna yekemin jî xebatek ji van xebatên han in.


Ji rexne, nirx û pêşnîyarîyan hat xwuya ku, di bakurê Kurdîstanê de ji xebateke xwerû û di warê îslamê de nêrîneke serbixwe re hewceyî heye û ji ber vê yekê hevalan xwe bi daweta Azadî’yê girtibûn û hatibûn.


Ez wisa bawerim ku Azadî, dê ji ciwanên Kurdîstanêre bibe hilmke resen û helwesteke pak û pîroz.


Min dixwest ku yên beşdarî civînê bûn, navê wan yeko yeko binivîsim û yeko yeko sipasîyên xwe bêjim lê derfet nîn e. Lê bi wesîleya vê nivîsê careke din silavê xwe ji hemû beşdarên civînêre dişînim. Hûn her hebin û xwedayê ezîm bi kar û xebatên were be.


Ez destê dilê we hemûyan maçî dikim. Slav û rêz.


 

Bu yazı 1332 defa okunmuştur.

FACEBOOK YORUMLAR

YORUMLAR

  • 0 Yorum