Osman İzol

Osman İzol

asitiya_gel@hotmail

Li Siverek'ê Maf

04 Nisan 2012 - 21:00

Hûn dibêjin qey di Siverek’ê de xwedîyê mazlûma nînin. Sala çunê du heb zarok di kortekî de fetisîbûn. Kort jî bi destê ( Köy Hizmetleri) ve hatibû kolandin û nehatibû tijekirin.

 

Li ser kujerên qure nivîsandin qet xweşî min nare. Lê mixabin dibêjin ar bi kuderêkeve wira dişewite.

Ev gotina rast e.  Hevalê mewlut di nivîsa xwe ya (kaymakamın iki çocuğu öldü 10 Haziran 2011 siverekgenclik.com)   de, gotibû bavê Ferhat digot xwezî min ji Ferhat re  duçerxe bikirîya. Belê ar bi dilê bavê Ferhat û Elif’ê ketibû. Ez bi van gotinana hesîyam, ar bi dilê min jî ket û careke din pêwistî bi nivîsandinê ket.

 

Gelo ma mirina van zarokan li ser hîv an jî li jûpîterê bû ku guh ker çav kor man?  Ma ew korta ku li gundê üstüntaş ( têzxerab) ê  hate kolan, ji bona çi hate kolan? Dewletê ji xwere çaxil kişand û Elif û Ferhatre jî mirin birin?

 

Dive bersîva vê yekê were dayin. Heke neyê dayin, sucdar dewlete. Sucdar yên ku ew korta vedan  û yên ku gotin vedin ewin.

 

Divê Qeymaqam  li ser vê yekê bisekine û sûcdara derxîne holê. Mafê  malbata Elif û Ferhat li ser milê hemû siveregîyanê.

Bu yazı 1044 defa okunmuştur.

FACEBOOK YORUMLAR

YORUMLAR

  • 0 Yorum