Osman İzol

Osman İzol

asitiya_gel@hotmail

PAYÎN

19 Nisan 2014 - 20:43

 


 


Kezeba min hinekê din tebat ke.


Gotina ku hatibû gotin,


Rojên xweş  li ber derî û nêzîke.


 


Ez jî zanim  wekî payîna yaqûb


Bêhna yûsif li ber dilê te de dere û tê.


Lê çi bikim payîn hewceye.


 


Ez jî zanim tebatek bê qisûr lazime.


Ji xwe gelek kesan bi tebat’a bi qisûr,


Ar  bera mala xwe dane.


 


Tebat’a ku ji te dixwazim,


Ne rawestandin e.


Ew, li ser lingan mayîn,


Li pêş xwe nêrîn


Û bi hêvî meşek


Xwebawerbûnê ye.


 

Bu yazı 2091 defa okunmuştur.

FACEBOOK YORUMLAR

YORUMLAR

  • 0 Yorum