Osman İzol

Osman İzol

asitiya_gel@hotmail

Şîretên hekîmê Loqman

04 Ekim 2012 - 10:42

 


Şiret weke hilma jiyan û  rojê ye. ji zarokatîyê heta mirinê, hogirê ku berê mirovan dide rindîyê û di nava jîyanê de li ser lingan dihêle şîret e. şîret, perdeya cehaletê diqelêşîne û ewleyê dide mirovan. şîret hogir e. hogrê ku dem bi dem bi mirovanre ye. Ma Qur'ana pîroz û kitêbên din yên semawî bi temamî ne şîretin?


Îsan her çiqwas zane be jî, pêdivîya wî/ê ji şîretan re heye. çimkî şîret, di dan û stendinê de, di rabûn û rûniştinê de, di xwarin û vexwarinê de û di her cûre kirinan de dikare helwesteke resen, însanî, exlaqî û xwerû bide mirovan. çimkî şîret, ( yên ku bizanibin ji bona wan) di nava xwede hêzekê dihewîne.


Di dîrokê de pêxember û zanayên mezin, hemû bi şîretên balkêş ve têne nastkirin. jixwe hemû resûlên xweda, bi wehyê ve ji gelan re hatine şandin. ji bilî wehyê jî kirin û gotinê wan hemû mînak in ji bo mirovan.


Ev mijara me jî li ser şîretên miroveke mînak û bi şîretên xwe ve di Qur'ana pîroz de hatîye medihkirin, Hekîme loqman e. li gorî hin agahîyan Hekîme Loqman pêxemberek ji wan pêxemberê xweda ye. lê agahî bi piranî  li ser welîbûna wî ye. çimkî di Qur'anê de, di derheqê pêxemberbûna wî de çi delîlên raste rast nîn in. li gorî çavkanîyan hevçaxê Dawud pêxember e. Li Ummana Erebîstanê jiyaye. bi Dawid pêxember re ketîye têkilîyê û ji wî fêrî ilmê bûye.


Di derheqê jîyana hekîmê luqman de, agahîyên ku îro di destê mede ne, bi temamî ne rast in. ji ber vê hindê divê em di nava van agahîyên cûrbecûr de xwe nefetisînin. Divê em wateya ku xwedayê mezin dixwaze em ji bona xwe ragihînin, bi taybetî  li ser wan bisekinin.


Hekîmê luqman kesayetîyek mînak bû. Di Qur'an'a pîroz de, bi navê wî sûreyek bi navê sûreyî Luqman heye. di derheqê wî de xweda wusa dibêje:


Bi sondbe ku ji bona şukurke, me ji hekîmê luqman re, hîkmet da. ( Loqman,12)


Ji vê yeke jî dixuye ku Luqman, xwedî hîkmetbû. di gotinê wî de hîkmet û şîret hebûn. li gorî mufessîran ev hîkmeta ku ji hekîmê Loqman re hatîye dayin, tê wateya eql, hişmendî, ilm û biryarên rast. jixwe kîjan kes xwedî evan wesfan be, ji ziman û kirinên wî, ji mirovahîyêre ji rindîyê pêve tu tişt nîn in.


Hekîmê loqman baveke mînak bû. mûhebbeta ku di nava wî û lawê wî de derbaz dibe, di nava hemû mirovahîyê de meşhûr e. vê yekê Qur'ana zelal wisa ji mere dibêje;


Loqman ji lawê xwere şîret kir û got: lawê min ji xweda re şirîg nebîne. bê guman şîrk bi rastî zilmeke herî mezin e. ( Loqman,13)


Di ayeteke dinde jî ji bona tebat û ezmkirinê, Loqman ji lawê xwere wusa dibêje;


lawê min: nimêja xwe rast e rast bike. qencîyê emr bike û ji çewtîyê dûrxîne. li hember tiştên ku serê tede hatine, tebat ke. çimkî evana xebatên ku ezmê dixawzin ewin. ( Loqman,17)


Di van ayetan de ji bona mirovahîyê mînakên giranbûha henin. Hekîmê Loqman dizanîbû ku şîrk, kesayetîyan dike xulamê nefsê û ji sedema afirandina wî/ê dûrdixîne. yên ku ji sedema afirandina xwe dûrketine, ji bilî xweda bûne bendeyên hemû tiştan. hêdî li ser kirinên kesên wusa, ev tiştên ku ji jêre bendetîyê dikin, ewana xwedî bandorin. kesên wusa xwe ji her tiştî girtir dibînin. ji ber ku dixwazin di vê dinê de xwedî hemû tiştanbin, her cûre kirinan ji xwere meşrû dibînin. dama ku ev yeka bibe nexweşîyeke civatî, ( ji xwe pir caran wusan bûye) jîyan diherime. tu wateya jîyanê namîne. xweperestî dibe qiblegaha mirovan û mirovahî berê xwe winda dike.


Wusa dixuye ku Hekîmê Loqman bi vê  yekê jî dizanîbû ku ji lawê xwere wusa got;


Ji  tu însanî rû banede û li ser ruyê erdê bi quretî  nemeşe. çimkî xweda, yên ku xwe girtir dibînin û xwe qure dikin, ji wan heznake. ( Loqman,18)


Ji bona mirovahîyê jîyan Azmûn e. di vê Azmûnê de yên ku pişta xwe bidin xwedayê ezîm, tu carî winda nakin. lê dema ku însan di kirinên xwede ji şeytanre parekê bihêlin û hewl bidin ku şeytan jî hevalê wan be, wê demê dê Azmûna xwe windakin û dê li ber xwedayê ezîm asêbin.


Ev nivîsa di kovara PEYAM di hejmara yekemîn de hatîye weşandin.


bu makale PEYAM dergisinin birinci sayısında yayınlanmıştır.

Bu yazı 2719 defa okunmuştur.

FACEBOOK YORUMLAR

YORUMLAR

  • 0 Yorum