Enes Uğuzlu

Enes Uğuzlu

Hakkında

Evîna Westiyayî

Xemgînî xwe da ye ser dilê min
çareser nabin tu pirsgirêk
bêhna min diçike
li ber bendemayîna te...

êdî bihar bûn zivistan
meh xwe digihînin salan
heval û hogir
tu bersiva xêrê nadin
dilê min her gav
xwe diqulipîne
ser bêrîkirina te...

wey dilhesinê
ma qe tu tiştek nema ye 
li ba te...?

ji te hezkirina min
li te hembêz kirina min
li çavên te kûr kûr nêrîna min
ma qe tiştek nema ye ...?

ma tiştekî nema ye ku
tu min bide xatirê wî
û berê xwe bide dilê min
bê û têkevî vê germahiya hembêza 
hez kirina min...?

wey dilhesinê...