Osman İzol

Tirs û xwenasîn (2)


Osman İzol
2 Nisan 2013 Salı 17:52

i                                             

Birçîbûn. Ebûzer (r.a)   çiqwas rast gotibû: Dema ku di derîkîde xizanî têkeve hundur,  di derîyê din de îman derdikeve. Ebûzer ev gotina xwe li dijî xizanîyê negotibû li dijî yên ku civata xwe  bi zanistî xizan dihîştin ji wan re digot.

 

Dema ku îman ji derekê barke; wêrekî, fidakarî, ji xwe hayîbûn, xwenasîn û şeref jî ji wir bardike.  Şûna wan de; tirsa birçîbûnê, tirsa zindan û tirsa dewleta cîh digre. Jixwe rewşa ku em têdene bi tirsve hatîye amadekirin. Ev yeka bi destê yên ku nedixwestin em xwe nastbikin ve dihate kirin.

 

Tiştên ku min bixwe jêre  govanî kiriye ez dixwazim li ser wan çend mînakan bidim. Malbata me bixwe salê şeş meha li karê çolê ( mevsimlik işçilik)  li ser erdan dixebite. Em ji derdê zik têrkirinê yan jî ji tirsa  birçîbûnê, her sal derin hêla rojava.  di meha gulanê de hew ji navçeya me bi hezaran kes derdikevin.

 

Dibe ku hinek bêjin ma xebat tiştekî eybe? Na eyb nine lê dema ku we xebatekî kir û hûn ji xwendin û fikirindinê mahrûm man çi qîymeta wî xebatî heye? Ya din dema ku hûn bi salan xebitîn û car xizan man ka dê çi ji wê xebatê were payin?

 

Belê xwendevanên hêja min bixwe ji vê yekêre govanî kir. Li ser erdê pembû, arû, pincarê şekir, nok, nîsk û patoza kayê gelek caran min îsyan kiriye. Min digot ma para min jî di xwendinê de tuneye? Ma çarenûsa min, malbata min û bi temamî ya gelê min  eve? Çima yên bi navê emele hew emin? Ma Amed, Meletî Semsûr û bajarên me yên din pir dûrin? Li wura tu karekî nîne?

 

Tirs’a birçîbûnê nexweşîye. Lê ev nexweşîya, çavan dike kor ziman dike lal serê kesi timû xwar dihêle. Ji ber vî qapitalizm tişte’k ne baş e. Di qapîtalîzmê de, yê birçî ne zik e, çav e. Ji ber vê nexweşîyê di dunyayêde hewqas piranî heye lê hew hinek însana dest daye ser. Di nava vê rewşa neyînîde, gelê kurd jî gelek zehmetî dît û hêj dibînin. Bi taybetî jî ji destê mêtingehîyê..

 

Mêtingehî jî nexweşîye’k wusaye. Gav diavêje kuderê wura dike talan. Dewlemendîya ser û binê erdê, dimêje û çi heye ji xwere dihesibîne. Dera ku lê êriş kirîye li wê derê xizanî, şer, nakokî, neyarî û her cûre tiştên neyînî çêdibin.  Ev yeka ji mere ecêp nayê ji xwe em jî di  nava rewşe’k wusade ne.

 

Lê mêtingehîya ku li dijî me dihate bikaranîn, hew ne li ser dewlemendîya erdên mebûn. li dijî fikirandina me jî dihate bikaranîn. Deşt û hevrazên me hatin qedexekirin. Nanê me ji deştên me hatin birîn û em bi zanistî birçî hatin hîştinê. Erdên rojava bûn tarım arazisi û erdên me bûn ohal.  De ka em feqîrê xwedê meyê çi bikira?

 

Jixwe zimanê me pere nedikir. Li gorî pergalê jî tu qîmeta zimanê me tunebû. Ger civatekî ji  zimanê xwe bête dûrxistin, di  nava jîyanêde bê hilm û bê çav dimîne. Em jî di nava  jiyanêde bê hilm û bê çav mane.

 

Civatekî bê çav û bê hilm ka ewê ji xwere çi bike?  Ancex di destê neyarên xwede bibe lîstok. Ez dikarim bêjim Li ser axa dunyayê para me, hew tirs û ji xwe dûrketinbû.  Em di her alîde xizan man. Ji ber vê xizanîyê, me welat û war nehişt ku em lê geryan. 

 

Lê dewran sîya darêye geh li vê hêlê geh li wê hêlêye.

 

Ji bona ku em ji vê rewşê bifilitin, divê bi ziman, bi penûs, û bi avahîyên dewlemend ve bi dil û can ve bixebitin. cîhan bi her awayî digûhere. Di  nava vê guhertinêde dive em jî li cihekî bisekinin. Ev cîhana bi axretêve girêdayîye. Em çi bikin ewê li wura were pirskirinê. Ji ber vê yekê  her gava ku em diavêjin divê di nava  çalakîyên  me û axretêde nakokî tunebin. Berê hemû tiştî dive em bi xwere nekevin nakokîyan.

 

Divê em gelê kurd ji xwere çareserîyek ava bikin. Li dijî tirsa ku em ji me dûrxistibûn, xwenasîne’k paqij ava bikin. Bi ola xwe, bi dîroka xwe, bi çand û hunerê xwe avahîyên zelal û delal bi rêxînin. Ji xwe ev yeka bixwe nayê. Xebat, hêz, xwebawerî û wê bi xwenasînê ve  were.

 

 

 

 

 

 

 

 


YORUMLAR
Henüz kimse yorum yapmamış, ilk yorum yapan siz olun.
#
Kurumsal

İçerik

Gündem

Siyaset

Haberler

Yukarı Çık