Cemil Yeşildağ

Cemil Yeşildağ

[email protected]

Bîranîna Helepçe

14 Mart 2012 - 22:00




 



Sal 1988 bû. 16’ê Meha Adarê bû. Kulîlka nuh vekirî bû. Hîna
zarok, ji nav nîvîna derneketbûn. Dayîka taştê amade nekirî bû. Bav û bira li
dûrbûn. Yên  ku komkûjîya me Kurd’an
duxwestin, balafir û çekên kîmyasalê amade kiribûn.



 



Em Musluman bûn, em Kurd bûn. Hinekan em nedixwestin. Bi
ajotin û bi talana nikarîbûn em biqedandana.
Emperyalîstên cîhanê civînek çekurbûn. Daxwazîya wan,
tunekirina me bû û fermana komkujiya me dan. Bi operasyona Enfal 182 hezar  Kurd hatin kuştin.



 



Ne Zarok, ne ciwan û ne jî 
pîr  tu kes nehîştin. Qet  kesi kuştuna me nedît.  yên ku kuştuna me dîtin jî ji wan deng
derneket.



 



Qet Kes ji mere negirîya. Ji 
Hawarên mere bersîv hew bêdengî bû. Çekên kîmyasalan berneda ku qêrîna
me derkeve û hemû cîhan tu dibêjî qey kûr û ker bû.



 



Ewrûpa, Emerîka, Turk, Faris û Ereban duxwestin ku em li ser
sînga cîhanê windabin. Axa me, welatê me, dîroka me, vêna me, bi kurtasî hemû
hebûna me ji destê me girtin. 



 



Qetla muslumanan hew ne bi destê Rejîma Baasê, bi destê
Rejîma Kemalîstan; wek Qiyama Şeh Seîd, Nêwala Kasaba, Sî û Sê Gulle û Çukurca
û her wusa Rejima Esad û Dewleta Faris jî li dijî Kurdan qetlîam kirin.



 



Daxwaza me ewe ku 
careke din ne Kurdên cihane û  ne
jî mirovên cihanê maşalê qet komkujîyek wusa ( wek Helepçe) nebînin. Helepçe û
serpêhatîyên wekî Helepçeyê li ser me hemûyan ferze ku em her daîm bînin bi
bîranîn..



 



Divê hemû musluman tu carî komkujîyên wek helpçeyê ji bîr
nekin. Ne hew helepçe li çar alîyê cîhanê bûyerên ku dibin em li ber wan
hemûyan berpirsyarin.



 



Ey Xwedayê Teala em zanin dengê me tê te. Mazlumetîya me
bide qedandin û me bike warisê mulkê Fîrewnan.



 



Bi silav u rêzên ji dil…

Bu yazı 1151 defa okunmuştur.

FACEBOOK YORUMLAR

YORUMLAR

  • 0 Yorum